Xuremava; Kasibkarekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin

24 November 2024 12:06

Hengaw; Yekşemî 24ê Mijdara 2024an

Kasibkarekî Kurd li rêya Xuremava bo Birûcirdê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî hate kuştin. Nasnameya vî kasibkarê Kurd bi Secad Se`adetniya yê xelkê navçeya Seywan ê ser bi parêzgeha Îlamê bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 23ê Mijdara 2024an, kasibkarekî Kurd ê bi navê Secad Se`adetniya yê temen 36 salî, xelkê gundê “Mêşxas” ê ser bi navçeya Seywan a parêzgeha Îlamê, li rêya Xuremava bo Birûcirdê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî hate kuştin.

Hengaw hatiye agehdarkirin, ev kasibkarê Kurd ku “şûtî siwar” bûye, piştî vê ku hêzên Întizamî li pey wî ketine û tromêla wî dane ber gulleyan û navbirî di encamê de canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gitinê ye ku Secad Se`adetniya xîzandar û bavê  zarokekê  bûye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin