Raporek derheq birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Kirmaşanê
Hengaw; Yekşemî 24ê Mijdara 2024an
Çarşemiya hefteya borî sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê bajarê Kengeverê yê bi navê “Mistefa Sûrî” ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê (girtîgeha navendî) hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mistefa Sûrî yê xelkê Kengeverê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate birêveçûn.
Ev girtiye berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.