Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyan li girtîgeha Qizilhesarê
Hengaw; Duşemî 25ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina du girtî yên bi navê “Husên Sûrî û Mûslim Ceiferî” ku herdu berê bi tohmetên pêwendîdar bi “madên hişber” hatibûne girtin û bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 24ê Mijdara 2024an, du girtiyên bi navên Husên Sûrî yê xelkê Kuyeşta Loristanê û Mûslim Ceiferî yê xelkê Nûravaya vê parêzgehê li girtîgeha Qizilhesarê hatine darvekirin.
Ev du girtiyane berî niha bi tohmetên madên hişber hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi îdamê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.