Du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Îsferaynê hatine darvekirin

25 November 2024 13:19

Hengaw; Duşemî 25ê Mijdara 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Muhsên Feyazî û Umîd Cawidan ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya “Îsferayn”ê li parêgeha Xurasana Bakur hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 19ê Mijdara 2024an, sizayê darvkirina Muhsên Feyazî û Umîd Cawidan li girtîgeha navendî ya “Îsferayn”ê hate birêveçûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin