Sine; Erselan Dadger bi 36 meh girtîehê hate sizadan

25 November 2024 17:22

Hengaw; Duşemî 25ê Mijdara 2024an

Erselan Dadger, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Dîwanderê û ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 36 meh girtîgehê û bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Erselan Dadger, welatiyê temen 48 salî û xelkê Dîwanderê û rûniştiyê bajarê Sinê bi tohmeta "sîxurîkirinê" ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve 36 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin ku ev sizaye bo heyama sê salan hatiye ragirtin.

Hêjayî gotinê ye ku, daxwaza nerizayetiya vî welatiyê Kurd li hemeber vê sizayê hatî dayîn hatiye redkirin û hatiye ragihandin ku di heyama 20 rojan de piştî ragihandina vê sizayê, egera nerazîbûnê li hemeber vê sizayê li Dadgeha Pêdeçûnê ya Sinê heye û ev sizaye tevî 17 rojên binçavkirina berê ya Erselan Dadger bo heyama sê salan hatiye ragirtin.

Erselan Dadger di 28ê Îlona sala borî de piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Sinê hatibû girtin.

Navbirî herwiha berê di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de jî, li 8ê Çileya 2023an piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Sinê hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata vî bajarî hatibû veguhastin. Navbirî di dawiyê de li 28ê Şibata heman salê piştî 52 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin