Bokan; Raporek li ser derçûna 10 sal sizayê girtîgehê bo Celal Mihemedkerîmî ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî

17 May 2025 23:30

Hengaw; Şemî 17ê Gulana 2025an

Celal Mihemedkerîmî, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve deh sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Celal Mihemedkerîmî yê xelkê Bokanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Sizayan a Du ya bajarê Bokanê ve bi tohmeta "hilgirtina çekê" 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî belgeyên ku ketine destê Hengawê, yek li ser sê ji vê sizayê bo heyama du salan hatiye ragirtin.

Sizayê navbirî di vê dawiyê de ji aliyê Taya 23 a Dadgeha Pêdeçûnê ya Parêzgehê ve bo du sal û rojek girtîgehê hate kêmkirin. Li gorî vê biryarê sizayê hatî ragirtin yek li ser sê ji vê sizayê wek xwe maye.

Celal Mihemedkerîmî roja Yekşemî 15ê Çileya 2021an, di mala xwe de li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Navbirî piştî midehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Bokanê hatibû berdan.

Celal Mihemedkerîmî di meha Gulana îsal de ji aliyê Taya Birêveberiya Sizayan a Dadgeha Bokanê ve bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatibû gazîkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin