Kirmaşan; Girtina du endamên malbatekê ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Sêşemî 26ê Mijdara 2024an
Hemîd Înayetî, Berpirsê Lîjneya Çiyagerî ya Pawê û birayê wî yê bi navê Ferîd Înayetî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û tevî derbasbûna zêdetirî 10 roj ji binçavkirina wan hê jî çarenivîsa wan nediyar e.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 14ê Mijdara 2024an, Hemîd Înayetî yê temen 43 salî û Ferîd Înayetî yê 37 salî bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wan li Kirmaşanê hatine girtin.
Hemîd û Ferîd Înayetî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û bi derbasbûna 12 roj ji binçavkirina wan, zanyariyek derheq qedera wan ber dest nîne.
Hêjayî gotinê ye ku, Ferîd Înayetî di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de jî hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.
Heta niha ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî van du birayan hatinî sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nîne.