Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Seqizê
Hengaw; Sêşemî 26ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Cehangîr Rehîmî (Muslim), xelkê bajarê Seqizê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Seqizê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 26ê Mijdara 2024an, Cehangîr Rehîmî yê xelkê Seqizê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate darvekirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest a kesk bi navê Mela Selahedîn hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, Cehangîr Rehîmî roja Duşemî 4ê Mijdarê ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.