Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî xelkê Kuyeştê li girtîgeha navendî ya Kerecê
Hengaw; Sêşemî 26ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina girtiyek bi navê “Îhsan Besatî Welîabad” ê xelkê bajarê Kuyeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 26ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina girtiyek bi navê Îhsan Besatî Welîabad ê temen 31 salî û xelkê Kuyeştê li girtîgeha navendî ya Kerecê ku medyayên hikûmetî ji wê girtîgehê wek "Nidametgahê Merkeziyê Kerecê" bi nav dikin, hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber li Kerecê hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan. Navbirî roja Yekşemî 24ê Mijdarê ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê han, heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.