Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî xelkê Serpêla Zehawê li girtîgeha Hemedanê

21 November 2024 22:32

Hengaw; Pêncşemî 21ê Mijdara 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Emîrhusên Rostemî” yê xelkê bajarê Serpêla Zehawê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwendê) hat birêveçûn. Raporên ku gihîştine destê Hengawê diyarî dikin ku ev girtiye zarokê tawanbar bûye û ev mijare ji aliyê Hengawê ve di bin lêkolînê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 21ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Emîrhusên Rostemî yê 23 salî û xelkê gundê “Pataq” ê ser bi Serpêla Zehawê li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate birêveçûn.

Ev girtiye pênc sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Emîrhusên li dema binçavkirinê 18 salî bûye û li Tehranê mijûlê karkirinê bûye. Kesekî ji wî xwastibû ku bi trombêla xwe ya cura Piraydê barekê bo Hemedanê veguhezîne. Ew bi bê agehdarbûn ji naveroka bar, vî karî qebûl dike û piştî veguhastina bar bo Hemedanê, haydar dibe ku ev bar pêkhatiye ji madên hişber û di heman cihê de tê girtin.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin