Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Meşhedê

27 November 2024 10:29

Hengaw; Çarşemî 27ê Mijdara 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Elîriza Nûriyan” ê xelkê bajarê Îsferaynê yê girêdayî parêzgeha Xurasana Bakur, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Meşhedê (Wekîlava) hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 25ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Elîriza Nûriyan ê temen 42 salî û xelkê bajarê Îsferaynê li girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye sê sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin