Girtiyek Efxanî li Îranê hate darvekirin\ Ji destpêka sala 2024an ve heta niha 63 girtiyên Efxanî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

27 November 2024 15:12

Hengaw; Çarşemî 27ê Mijdara 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî xelkê Efxanistanê yê bi navê “Nizamedîn Nûrulheq” ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Şîrazê (girtîgeha Adilava” hate birêveçûn. Hejmara girtiyên Efxanî yên ku îsal di girtîgehên Îranê de hatinî darbekirin giha bi 63 haletan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 23ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Nizamedîn Nûrulheq ê 27 salî û xelkê yek ji gundê navçeya “Mezarê Şerîf” û rûniştiyê bajarê Şîrazê li girtîgeha Adilava ya Şîrazê hate birêveçûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Efxanî sala borî bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatinî tomarkirin, ji destpêka sala 2024an ve heta niha aliyê kêm 63 girtî ji hevwelatiyên welatê Efxanistanê li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Efxanî li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin