Kirmaşan; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Yezdan Qenberî ji peyrewê ola Yarsan

27 November 2024 16:59

Hengaw; Çarşemî 27ê Mijdara 2024an

Yezdan Qenberî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê û ji peyrewên ola Yarsan ji 40 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaata Spahê li Kirmaşanê hatibû veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 40 roj ji binçavkirina Yezdan Qenberî yê temen 28 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê û ji peyrewê ola Yarsan, heta niha ti zanyariyek ji rewş û çarenivîsa navbirî ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam maye.

Yezdan Qenberî, roja Şemî 19ê Cotmeha 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li vî bajarî hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîk malbata Qenberî, Yezdan Qenberî di vê heyamê de ji mafên xwe yên herî sereke wekî destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li  ber  dest   nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin