Raporek derheq birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Lakana Reştê

27 November 2024 23:51

Hengaw; Çarşemî 27ê Mijdara 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Elî Terkeşbend” ê xelkê bajarê Sehne ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Elî Terkeşbend ê 53 salî û xelkê gundê "Siya Çeqa" ê ser bi bajarê Sehnê û rûniştiyê bajarê Melard ê ser bi parêzgeha Tehranê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye  belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin