Bokan; Girtina Hîwa Behîn ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Pêncşemî 28ê Mijdara 2024an
Hîwa Behîn, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ji pênc roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina Hîwa Behîn ê welatiyê 41 salî û xelkê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve û tevî lipeyketinên malbata navbirî, ti zanyariyek ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina navbirî li ber dest nîne.
Hîwa Behîn roja Yekşemî 24ê Mijdara 2024an, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Bokanê ji aliyê vê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hatiye veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, Hîwa Behîn kasibkar bûye û roja Şemî bi rêya pêwendiyeke telefonî ve bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin.