Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgehên Nehawend û Qezwînê
Hengaw; Pêncşemî 28ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navê “Mihmedelî Tahirî û Hadî Qiyasî”, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi "madên hişber" û "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgehên Nehawend û Qezwînê hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 28ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Mihemedelî Tahirî, girtiyê 46 salî û xelkê bajarê Kengeverê ku berê bi tohmeta "madên hişber" bi darvekirinê hatibû sizadan li girtîgeha navendî ya Qezwînê hate birêveçûn.
Hevdem sizayê darvekirina Hadî Qiyasî li girtîgeha navendî ya Nehawendê hate cibicîkirin; ev girtiye çar sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.