Girtina du welatiyên Kurd li bajarên Dîwandere û Seqizê

29 November 2024 12:36

Hengaw; Înê 29ê Mijdara 2024an

Welatiyekî xelkê bajarê Dîwanderê yê bi navê Emîr Mihemedxanî û welatiyekî din ê xelkê Seqizê yê bi navê Bêhzad Dadxwah, di rojên borî de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 27ê Mijdara 2024an, Emîr Mihemedxanî, xelkê Dîwanderê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Emîr Mihemedxanî piştî ku li Dîwanderê hatiye girtin bo girtîgeha navendî ya Sinê hatiye veguhastin.

Herwiha roja Duşemî 25ê Mijdarê, Bêhzad Dadxwah ê 30 salî û xelkê bajarê Seqizê li cihê karê xwe li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Heta niha ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin, zanyariyek serast li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin