Jinkujî; Jinek li Îlamê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin
29 November 2024 19:49
Hengaw; Înê 29ê Mijdara 2024an
Jinek li Îlamê ji aliyê hevjînê xwe ve bi çeka sar hate kuştin. Sedema kuştina navbirî bi "nakokoiyên malbatî" hatiye binavkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 29ê Mijdara 2024an, jineke 46 salî li Îlamê ji ber birînên xwe yên bi sedema bikaranîna çeka sar ji aliyê hevjînê xwe ve, piştî veguhastin bo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li gorî malpera hikûmetî ya "Îrna"yê, bikuj piştî encamdana tawanê, xwe radestî polîsan kiriye û sedema kuştina hevjîna xwe nakokiyên malbatî diyarî kiriye.
Source: Hengawê Kurdî