Jinkujî; Raporek li ser kuştina Sitare Mûsapûr, ji qurbaniya zarok zewac û zewicîna bi zorê ji aliyê birayê hevjînê xwe ve li bajarê Xoyê

25 April 2025 21:45

Hengaw; Înê 25ê Adara 2025an

Sitare Mûsapûr, ji qurbaniya zarok ewacê û zewicîna bi zorê li navçeya Kotolê ya ser bi bajarê Xoyê bi bikaranîna çeka germ ji aliyê birayê hevjînê xwe ve hate kuşin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Sitare Mûsapûr ya temen 18 salî û xelka gundê Gugird ê ser bi navçeya Kotolê bi bikaranîna çeka germ ji aliyê birayê hevjînê xwe ve hate kuştin.

Yek ji hevalên nêzî vê qurabniyê di vê derheqê de ji Hengawê re ragihandiye ku: “Sitare Mûsapûr ku du sal beriya niha zewicî bû, ji ber vê ku zarokên wê nedibû berdewam ji aliyê malbata hevjînê xwe ve rastî tundûtîjiya devkî û fîzîkî dihat”.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Mûsapûr, Sitare sê roj beriya bê kuştinê, vegeriyabû mala dayîk û bavê xwe û ji bo rizgarkirina canê xwe daxwaza alîkariyê ji wan kiribû, lê di bin zexta malbata xwe de û bi navê parastina namûsê vegerandibûne cem mêrê xwe.

Vê çavkaniyê herwisa ragihandiye ku, bikuj rojek piştî binçavkirinê bi rizamendiya bapîrê qurbanî ji girtîgehê hatiye berdan.

Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, tenê di 22 rojên destpêka meha Nîsana 2025an de, herî kêm 22 haletên kuştina jinan li bajarên cuda yên Îranê hatine tomarkirin.

Hengaw li ser vê mijarê tekezî dike ku, kuştina jinan di lûtkeya herema kîn û bêzarî ji jinan û tundûtîjiya pêkhateyî û cudakariya li dijî jinan de ye. Komara Îslamî ya Îranê bi bêparkirina sîstematîk a mafê bingehîn ê jinan û pejirandin û cîbicîkirina yasaya dijî jinan, ne tenê di gelek haletan de rasterast berpirsiyarê kuştina jinan e, belkî rê ji bo encamdan tawanên bûyerên wiha xweş dike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin