Jinkujî; Raporek li ser Kuştina Leyla Elîremayî ji aliyê endamekî Spaha Pasdaran ve li Merîwanê
Hengaw; Sêşemî 28ê Cotmeha 2025an
Jineke temen 40 salî ya bi navê Leyla Elîremayî li Merîwanê ji aliyê zelamekî cîranên xwe ve, ku endamekî fermî yê Spaha Pasdaran e, bi çekê hate kuştin. Sedema vê tawanê redkirina daxwaza bi zorê ya vî zelamî bû ku daxwaz ji Leyla Elîremayî kiribû ku ji hevjînê xwe cuda be û zewacê bi wî re bike.
Li gorî rapora ku gihaye b Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 26ê Cotmeha 2025an, jinek temen 40 salî ya bi navê Leyla Elîremayî ya xelka gundê Bêsaran û rûniştiya bajarokê Hîcret (Cucesazî) ê ser bi Merîwanê, ji aliyê zelamekî cîranê xwe ve yê bi navê Keywan Basamî ku endamekî hêzên çekdar ên Spaha Pasdaran e, bi çekê hate kuştin.
Çavkaniyekê ji Hengawê re ragihandiye ku, bikuj çûye mala Leyla Elîremayî û jê xwestiye ku ji mêrê xwe cuda bibe û pê re bizewice, lê Leylayê ev daxwaza wî red kiriye û piştî vê redkirinê, bikuj li ber mala wê û dikana plastîka xwe li nêzîkî dibistanekê daye ber gulleyan û navbirî demildest canê xwe ji dest daye.
Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku, bikuj xelkê gundê Bêsaranê ye, zewicî û du jinên wî hene. Keywan Basamî herwiha berê jî digel her du hvjînên xwe tundûtûjiya berdewam hebûye û heta berî niha bi çekê êrîşî ser jina xwe ya yekem kiribû û hevjîna wî ya duyem jî ji ber tundûtûjiya berdewam daxwaza cudabûnê kiriye û dosyeya wan di dadgehê de vekiriye.
Leyla Elîremayî zewicî bû û dayîka keçek û kurekî piçûk bû ku di dema vê bûyerê de li dibistanê bûn û mêrê wê li malê nebûye.
Bikuji piştî encamdana vê tawanê hate girtin û termê Leyla Elîremayî bo Pizîşka Yasayî ya Mariwanê hatibû veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, termê Leyla Elîremayî roja Duşemî 27ê Cotmehê li goristana Darsîran a Merîwanê hatiye biaxsipartin.