Jinkujî; Sureya Elîmihemedî ji aliyê hewjînê xwe ve li Seqizê hate şewitandin

03 September 2025 13:32

Hengaw; Çarşemî 3ê Îlona 2025an

Jineke ciwan a bi navê Sureya Elîmihemedî li taxa Beharistan a Seqizê ji aliyê hewjînê xwe ve hate şewitandin û di encamê de canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 2ê Îlona 2025an, jineke 35 salî ya bi navê Sureya Elîmihemedî li taxa Beharistan a Seqizê di mala xwe ya hevpar de bi destê hewjînê xwe yê bi navê Efşîn Şerîfî yê 40 salî hate şwitandin û pitre canê xwe ji det da.

Hengaw hatiye agehdarbûn ku, bikuj piştî vê ku bi hewjîna xwe re şerekî devkî kiriye, dest û lingên wê girê daye û di nava parkînka mala xwe de benzînê li ser direşîne û dişewitîne. Ev jina ciwan ji aliyê cîranan ve demildest bo navendên pizîşkî hatiye veguhastin, lê ji ber giraniya şewatê canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye ku, bikuj piştî vê tawanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin