Jinkujî; Raporek li ser kuştina Leyla Azerî ji aliyê hevjînê wê yê berê ve li Bokanê

07 December 2025 19:48

Hengaw; Yekşemî 7ê Kanûna 2025an

Jineke ciwan a bi navê Leyla Azerî ya xelka bajarê Sayînqelayê, ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li bajarê Bokanê hate kuştin. Sedema bikuj ji bo encamdana vê tawanê redkirina daxwaza zewaca dubare ya vê jina ciwan bûye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Kanûna 2025an, jineke 39 salî ya bi navê Leyla Azerî ya xelka gundê “Axtepe” yê ser bi bajarê Satînqela û rûniştiya bajarê Bokanê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi lêdana çendîn derbeyên keviran li serê wê hate kuştin.

Termê vê jina ciwan li gundê “Elaseyide” yê ser bi bajarê Bokanê hate dîtin. Leyla ji zewaca xwe ya yekem keçek heye ku serpereştiya zaroka xwe dikir û ji bo debara jiyana xwe li xwaringeheke Bokanê dixebitî.

Hengawê ji çavkaniyeke nêzî malbata Leyla Azerî hatiye agehdarkirin ku, Leylayê piştî zewaca duyem û cudabûn ji hevjînê xwe yê duyem û heta piştî cudabûn ji hevjînê duyem dîsan amade nebûbû ku dubare bi wî re bizewice.

Bikuj di heyama du salên borî de, gelek caran bi tundûtîjî hewl dabû ku Leyla Azerî razî bike ku dîsan bi wî re bizewice û piştî redkirina dawî daxwaza zewacê ji aliyê Leylayê ve, wê bi lêdana çendîn derbên keviran dikuje.

Piştî dîtina termê Leylayê, bikuj hate girtin û îtiraf bi vê yekê kir ku Leyla Azerî kuştiye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin