Jinkujî; Raportek li ser Kuştin û vşartina nihênî ya Şehla Kerîmiyanî ji aliyê hevjîn û tîyê xwe ve li Mehabadê

04 October 2025 21:55

Hengaw; Şemî 4ê Cotmeha 2025an

Şehla Kerîmiyanî, welatiya xelka Mehabadê, piştî derbasbûna mideheke kurt ji vegera xwe bo cem hevjînê xwe yê berê û zarokên xwe, ji aliyê tî û hevjînê xwe ve hate kuştin. Terma vê jina ciwan piştî 15 rojan bêserûşûnbûnê hate dîtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 2ê Cotmeha 2025, terma Şehla Kerîmiyanî ya temen 38 salî û xelka bajarê Mehabadê li goristana "Befrewan" a li gundê Şarwêran a ser bi bajarê Mehabadê hate dîtin. Terma wê piştî 15 rojan bêserûşûnbûnê û li encama îtîrafkirin bi kuştina wê ji aliyê Emîn Şenge û Umîd Şenge tî û hevjîna wê ve, hate dîtin. Bikujan bi çêkirina senaryoyekê wisa nîşan dane ku Şehla li Herêma Kurdistanê ye.

Endamekî nêzîk a vê malbatê ji Hengawê re ragehand ku salek berî niha Şehla ji ber tundûtîjiya mal û zewaca duyem a hevjînê xwe, li hevjînê xwe cuda bibû û zarokên wê li cem bavê wan bûn. Herwiha ji ber ku malbata wê piştevaniya wê nedikirin, navbirî piştî berdanê bi rêya kedkariyê li baxçe û zeviyên çandiniyê yên Mehabadê debara jiyana xwe bi tenê dikir.

Vî kesî tekez kir ku piştî berdanê, Şehla bi berdewamî ji malbat û hevalên xwe re digot ku ew ji aliyê tîyê xwe ve rastî gefên kuştinê tê û navbirî çendîn pêwendiyên telefonî û fayilên dengî yên bi gef ji aliyê bîrayê xwe ve werdigirtiye. Navbirî tekez kir ku gelek caran gefên kuştinê lê hatiye xwarin.

Hevjînê Şehlayê piştî nêzî salek ji berdanê, ji Şehla xwestibû ku dîsa bi wî re bizewice bi hinceta lênêrîna zarokên wan û di dawiyê de ew dubare zewicîn. Piştî zewaca dubare, malbata Şehla ti pêwendiyeke telefonî ji navbirî vernegirtine û lipeyketinên wan ji hevjînê Şehlayê re, bi tohmeta reviyan digel zelamekî din bi welatên cîran re hate bersivandin. Heta bi hejmareke Îraqê peyamek bi vê naverokê ji wan re hat şandin: Ez "Şehla" li Hewlêrê me û dilgiran nebin.

Di dawiyê de, piştî sikaleya xwîşka Şehla li ser tî û hevjînê Şhelayê, ew hatin girtin û demldest kuştin û veşartina termê wê li goristana Befrewan îtîraf kirin.

Termê Şehla Kerîmiyan ji bo pizîşkiya yasayî ya Mehabadê û pizîşkiya yasayî ya Urmiyê bo lêkolîna termê wê û şêwaza kuştina vê jina ciwan hatiye şandin.

Emîn Şenge yê bîrayê Şehla û hevjînê wê yê bi navê Umîd Şenge heta niha di girtîgeha deselata dadwerî de ne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin