Jinkujî; Raportek li ser kuştina Semîra Nûrbexş ji aliyê xwazbîniyê wê ve li Kirmaşanê

Hengaw; Duşemî 5ê Gulana 2025an
Jineke 37 salî ya bi navê Semîra Nûrbexş ji aliyê xwazbîniyê xwe ve bi çekê li Kirmaşanê hate kuştin. Hênceta bikuj ji ber redkirina daxwaza zewacê hatiye diyarkirin û bikuj reviya ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 9ê êvareya roja Şemî 4ê Gulana 2025an, Jineke 37 salî ya bi navê Semîra Nûrbexşî ya xelka Kirmaşanê ji aliyê xwezbîniyê xwe ve bi çekê hate kuştin. Pêka gotina çavkaniyên agehdar, ev jina ciwan ji ber redkirina daxwaza zewacê ji aliyê xwezbîniyê xwe ve hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyên agahdar, bikuj roja Şemî derdorê demjimêr 9ê şevê, hewla kuştina vê jina ciwan daye û piştî encamdana vê tawanê ji cihê bûyerê reviya ye û hê jî nehatiye girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Semîra Nûrbexş berê zewacek neserkeftî hebûye û dayîka zarokekê ye jî.