Pîranşar; Raporek li ser kuştina Beyane Fexrîtebar ji aliyê birayê wê ve bi hênceta namûs û şeref

Hengaw; Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an
Jineke ciwan a bi navê Bayane Fexrîtebar li Pîranşarê ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin. Sedema kuştina qurbanî bi hênceta parastina namûs û şerefê hatiye ragihandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an, Beyane Fexrîtebar a temen 23 salî û xelka gundê Alavan ê ser bi Pîranşarê ji aliyê birayê xwe ve bi bikaranîna çeka germ hate kuştin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Beyane Fexrîtebar, xîzandar û dayîka zarokek sê salî bûye. Hevjînê wê ji ber “hebûna pêwendiya Beyane bi zilamek dinê re” biryar dabû ku jê cuda bibe û di encamê de, birayê wê hewl da ku wê bikuje.
Hêjayî gotinê ye ku, bikuj piştî kuştina xwîşka xwe hatiye girtin, û ji ber ku bavê wan di jiyanê de nemaye û bi razîbûna diya wî, pêvajoya berdana bikuj di pêvajoya dadwerî de tê şopandin, û egera wê yekê heye ku ew di demek nêzîk de were berdan.
Komara Îslamî ya Îranê di yasayên xwe de ne tenê li pêwendî digel kuştina jinan ji ber parastina namûsî piştgiriya jinan nake, belkî bi çêkirina keşeke parêziya dadwerî bo malbatên qurbanî, ji wan sizayên sivik ji bo tawanbaran, rê li ber dubarebûna tawanên wiha xweş dike. Hengaw derbarê binpêkirina sîstematîk a mafê jinan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve û hêsankirina kuştina wan ji aliyê malbatan ve, û herwisa amarên veşartî yên kuştina jinan hişyariyê dide.