Girtîgeha Urmiye; Sizayê darvekirinê bi ser Mehrab Ebdulahzade ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî de hate sepandin
Hengaw; Înê 29ê Mijdara 2024an
Mehrab Ebdulahzade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Havîna îsal, Mehrab Ebdulahzade yê 26 salî yê Kurd û xekê bajarê Urmiyê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Necefzade” bi tohmeta “bexî” sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin. Navbirî li Îlona 2022an û di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Mehrab Ebdulahzade di dosyeya xwe de, bi kuştina yek ji endamê besîc ê ser bi Spaha Pasdaran hatiye tohmetbarkirin û bi tohmeta “bexî” ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve hatibû dadgehîkirin û sizayê darvekirinê di navîna Îlona îsal de li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Mehrab Ebdulahzade Payîza 2022an, li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû revandin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî çend meh îşkence û lêpêçînkirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û herî kêm du hefte berî niha bo beşa siyasî ya vê girtîgehê hatiye veguhastin.