Raporek ji dawî rewşa Yûsif Ehmedî yê girtiyê siyasî yê bi darvekirinê hatî sizadan

21 November 2024 23:19

Hengaw; Pêncşemî 21ê Mijdara 2024an

Yûsif Ehmedî, girtiyê siyasî yê Kurd yê bi darvekirinê hatî sizadan li girtîgeha navendî ya Sinê, di halekê de heyama 4 sal û 6 meh û 23 roj ji sizayê bi ser de hatî sepandin derbas dike ku heta niha ji mafê destpêregihîştin bi mirexesiyê hatiye bêparkirin û dosyesazî û derçûna sizayê darvekirina li dijî wî bi tevahî li jêr îşkence, gefxwarin û îtirafa bi zorê bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Yûsif Ehmedî, girtiyê siyasî yê Kurd yê 39 salî û xelkê bajarê Banê ku heyama 1700 rojên borî li girtîgehên îdareya Îtilaat û girtîgeha navendî ya Sinê binçavkirî bûye, heta niha ji destpêregihîştin bi mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin; Hêjayî gotinê ye ku ev welatiyê Kurd di heyama yekemîn sala binçavkirina xwe de heta ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re û heta demeke dirêj ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û pêregihîştina pizîşkî hatibû bêparkirin.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd li Îlona 2023an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seîdî, bi tohmeta "bexî" bi rêya endametî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de bi îdamê hatibû sizadan û ev sizaye di Zivistana sala borî de ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hate piştrastkirin.

Yûsif Ehmedî roja Yekşemî 26ê Nîsana 2020an, bi awayekî hovane hatibû girtin û piştî derbaskirina heyameke zêde li girtîgeha îdareya Îtilaatê li Sinê ji vê girtîgeha ewlehî bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhestin. Navbirî ji dema girtinê heya salekê ji mafê hevdîtina bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî di halekê de ku birîndar bû hatibû girtin û beriya girtinê ji aliyê milê xwe ve rastî şikestinê hatibû û di bin çavdêriya pizîşkê demar û derûn de bû, herwisa tevî tûşbûna navbirî bi nesaxiya “epîlepsî” (fê), di dema girtinê de li girtîgeha Îtilaatê li Sinê ji pêregihîştinên pizîşkî hatibû bêparkirin.

Pêka çavkaniyên Hengawê, dosiyesaziya li dijî Yûsif Ehmedî bi tevahî li jêr îşkenceya tund a laşî û derûnî, bi zorê û gefxwarina destdirêjiya seksî ya hêzên Komara îslamî ya Îranê li dijî xizmên wî hatiye kirin. Wergirtina îtirafên bi zorê yên vî welatiyê Kurd di halekê de hatiye kirin ku çend momikên pişta wî di bin îşkenceyê de ji ber lêdan û kutan bi sîmê (kabl) elekterîkê ku çend caran ji hişê xwe çûbû hatine şikandin. Di hin rewşan de jî, ji bo ku dosiyesazî li dijî Yûsif Ehmedî were kirin, hejmarek ji girtî hatibûne handan ku di hember azadkirina wan de navbirî tawanbar bikin.

Sê hevdosyeyên vî girtiyê Kurd yên bi navên Mihemed Kerîmî bi tohemta “beşdarîkirin di şer de” bi 25 sal girtîgeh, Basit Kerîmî û Mihemed Feyzî bi heman tohmetê her yek bi 20 sal girtîgehê û li ser hev bi 65 sal girtîgehê hatibûne sizadan ku ev sizaye li 3ê Îlona sala borî bi wan re hatibû ragihandin.

Hêjayî behskirinê ye ku, ev çar girtiyane di dema binçavkirinê de ji mafên xwe yên herî bingehîn yên wekî destpêregihîştin bi parêzer hatibûne bêparkirin û herwisa rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatibûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin