Bilindbûna hejmara girtiyên hatinî darvekirin li girtîgeha Lakana Reştê
Hengaw; Yekşemî 1ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Sîrûs Ceiferî” yê xelkê bajarê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan, li 20ê Mijdarê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê hatiye birêveçûn. Hengawê berê nûçeya birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî din ê Kurd di heman girtîgehê de belav kiribû.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Sîrûs Ceiferî yê 45 salî û xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan.
Hengawê berî niha nûçeya birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî din ê Kurd di heman rojê de yê bi navê Elî Terkeşbend ê 53 salî û xelkê gundê "Siya Çeqa" ê ser bi bajarê Sehnê belav kiribû. Navbirî jî bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.