Li bajarê Seqizê çar welatiyên Kurd hatine girtin ku du kes ji wan mamoste ne

01 December 2024 13:21

Hengaw; Yekşemî 1ê Kanûna 2024an

Bi eşkerebûna nasnameya sê welatiyên din ên hatinî girtin li bajarê Seqizê yên bi navên Ebdulah Kerîm Gulan, Azada Xadem û Saro Ezîzî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve, hejmara girtiyan li vî bajarî giha bi çar kesan. Hengawê berê ji girtina Bêhzad Dadxwah nûçeyek belav kiribû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 25ê Mijdara 2024an, Ebdulah Kerîm Gulan û du mamosteyên dibistanê ên bi navên Azad Xadem û Saro Ezîzî yên welatiyên bajarê Seqizê li vî bajarî hatine girtin.

Berê Hengawê ji girtina welatiyek bi navê Bêhzad Dadxwah yê 30 salî û xelkê bajarê Seqizê li ser karê xwe li vî bajarî, nûçeyek belav kiribû.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev çar welatiyên Kurd bi tohmetên “propagendekirin li dijî hikûmetê û endamtî li girûpên dijberê hikûmetê” re rû bi rû bûne.

Ebdulah Kerîm Gulan, Azad Xadem, Saro Ezîzî û Bêhzad Dadxwah hê jî li girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran têne ragirtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin