Bav û kurek li Bokanê bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehê ve hatine girtin
Hengaw; Yekşemî 1ê Kanûna 2024an
Ebdulah Qûlîzade û kurê wî yê bi navê Hêmin Qûlîzade ji welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Mijdara 2024an, du endamên malbatekê yên bi navên “Ebdulah Qûlîzade û Hêmin Qûlîzade” li mala xwe li bajarê Bokanê hatine binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran di dema binçavkirina vî bav û kurî de, mala wan rastî vekolînê anîne û dest danîne ser hin kelûpelên wan yên kesî.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Ebdulah Qûlîzade û kurê wî piştî binçavkirinê bo yek ji girtîgehên Îtilaata Saphê li binkeya leşkerî ya “El-Mehdî” li bajarê Urmiyê hatine veguhastin.
Heta niha ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nîne.