Şino; Îdrîs Karsaz ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgehê hate veguhastin

02 December 2024 13:42

Hengaw; Duşemî 2ê Kanûna 2024an

Îdrîs Karsaz, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê û ji endamê Encumena Xêrxwazî ya vî bajarî, bo birêvebirina sê sal sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 1ê Kanûna 2024an, Îdrîs Karsaz ê welatiyê temen 47 salî û xelkê Şinoyê ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Navbirî di Cotmeha îsal de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi tohmeta "endam û hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" sê sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin û ev sizaye bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Îdrîs Karsaz, roja Çarşemî 3ê Tîrmehê li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wan bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî di dawiyê de piştî 47 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, Îdrîs Karsaz li heyama 42 roj binçavkirin di girtîgeha Urmiyê de ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtin bi malbata xwe re û herwiha mafê destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure zanyariyek derheq qeder û rewşa vî welatiyê Kurd bi malbata navbirî re  dûr  girtibûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin