Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina jinekê li girtîgeha navendî ya Îsfehanê
Hengaw; Çarşemî 4ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina jinekê ya bi navê Ferxunde Elahmuradî ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Îsfehanê (Destgird) hate birêveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 1ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina jinekê ya bi navê Ferxunde Elahmuradî ya 50 salî li girtîgeha Destgird a Îsfehanê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ferxunde Elahmuradî pênc sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Ddawerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vê girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.