Sizayê darvekirina girtiyeke jin li girtîgeha bajarê Sariyê hate cîbicîkirin

Hengaw; Yekşemî 9ê Şibata 2025an
Sizayê darvekirina girtiyeke jin a bi navê Mehtab Qazîzade ya xelka bajarê Sariyê ku berê bî tohmeta kuştîna bi zanebûn bi darvekirinê hatibû sizadan di girtîgeha navendî ya bararê Sariyê de hate cîbicîkirin. Ev duyemîn jîn e ku di sala 2025 de hatiye darvekirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 5ê Şibata 2025an, sizayê darvekirina girtiyeke jin a bi navê Mehtab Qazîzade ya temen 47 salî di girtîgeha navendî ya bararê Sariyê de hate cîbicîkirin. Navbirî roja Sêşemî bo odeya takekesî hatibû veguhestîn û roja Çarşemî jî dawî hevdîtin bi malbata xwe re pek anîbû.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiye ku dayîka du zarokan e, 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vê girtiya jin, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.
Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama sala 2024an de aliyê kêm 30 jîn dî girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.