Birêveçûna sizayê darvekirina Mojgan Azerpîşe û Kewser Baqirnijad du girtiyên jin li girtîgeha navendî ya Urmiyê

16 March 2025 13:43

Hengaw; Yekşemî 16ê Adara 2025an

Sizayê darvekirina du jinên Tirk ên bi navên Mojgan Azerpîşe û Kewser Baqirnijad ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" di dosyeyên cuda de bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 16ê Adara 2025an, sizayê darvekirina Mojgan Azerpîşe ya temen 31 salî û xelka bajarê Urmiyê û Kewser Baqirnijad a temen 24 salî û xelka Nexedê li girtîgeha navendî ya Urmiyê (girtîgeha Deriya) hate cîbicîkirin.

Hengawê roja borî nûçeya veguhastina van du girtiyan bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê bi mebesta cîbicîkirina sizayê darvekirinê belav kiribû.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mojgan Azerpîşe 6 sal berî niha û Kewser Baqirnijad 4 sal berî niha di dosyeyên cuda de û bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van du girtiyên jin, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye  belavkirin.


Pêka belge û amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2024an de herî kêm 30 jin hatine darvekirin ku 9 kes ji wan hevwelatiyên Tirk bûne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin