Seqiz; Du welatiyên Kurd bi awayekî tundûtîjî û xapandinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

04 December 2024 18:48

Hengaw; Çarşemî 4ê Kanûna 2024an

Husên Fîrûzî û Hîwa Feyzî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi awayekî tundûtîjî û xapandinî hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 2ê Kanûna 2024an, Hîwa Feyzî û Husên Fîrûzî, welatiyên xelkê gundê “Mewlanava” yê ser bi devera Zêwiye ya girêdayî bajarê Seqizê hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, îdareya Îtilaata Seqezê di hewleke neyasayî û xapandinî de, êvareya roja Yekşemî ya vê hefteyê, bi Hîwa Feyzî re pêwendî girtine û bi îdiaya derewîn a “dana wamê ji aliyê navenda fermandariyê ve” ev bo vê îdareyê kişandine û di nîveya rê de binçav kirine.

Demeke kurt piştî girtina Hîwa Feyzî, li meşa êrîşa hejmarek zêde ji hêzên Îtilaatê bo ser mala Husên Fîrûzî li gundê Mewlanavayê, navbirî jî binçav kirin.

Hêzên îdareya Îtilaatê tevî bikaranîna tundûtîjiyê, mala Husên Fîrûzî bi tevahî vekolîn kirine.

Heta niha ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin û cihê ragirtina wan, ti zanyariyeke serast   ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin