Bokan; Girtina Soran Yûsifî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Çarşemî 4ê Kanûna 2024an
Welatiyekî Kurd û xelkê Bokanê yê bi navê Soran Yûsifî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 4ê Kanûna 2024an, Soran Yûsifî yê temen 36 salî û xelkê gundê "Selamet" ê ser bi bajarê Bokanê li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî û bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd li derheq agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina navbirî heya niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.