Avdanan; Nasir Hêmetî, helbestvan û nivîskarê Kurd bi “sabulnebî” hate tohmetbarkirin

05 December 2024 14:31

Hengaw; Pêncşemî 5ê Kanûna 2024an

Nasir Mêmetî, derûnpizîşk, nivîskar, helbestvan û çalakvanê medenî yê Kurd û rûniştiyê bajarê Avdanan yê ser bi parêzgeha Îlamê, piştî gazîkirin û serdankirin bo Dozgeriya Giştî û Şoreş a vî bajarî hate girtin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta pêkhatina dadgehê ji girtîgehê hate berdan. Navbirî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve rûbirûyê çendîn tohmetên wekî “bêrêzîkirin bi Pêxember” (sebulnebî) û “propagendekirin bo pejirandin û qahîmkirina Îsraîlê” hatiye ku tê çavnihêrîkirin navbirî rastî sizayek giran bê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Nasir Hêmetî, derûnpizîşk, nivîskar û helbestvanê Kurd ê xelkê Avdananê bi tohmeta “sabulnebî”, “bêrêzîkirin bi Xamineyî”, “belavkirina mijarên nerast li nav torên civakî”, “propagende li dijî hikûmetê û çalakiyên propagendeyî bo pejirandin û qahîmiya welatê Îsraîlê” bo Taya Yekem a Lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreş a bajarê Avdananê hatibû gazîkirin û piştî girtinê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd berê bi sedema çalakiyên xwe yên di nava torên civakî de gelek caran ji aliyê saziyên ewlehî ve rastî lêpirsîn û gefan hatibû, û  gazîkirina dubare ya wî ji ber tohmetên hatinî behskirin di halekê de ye ku navbirî ji sala 2021ê ve ti çalakiyek li ser tora civakî ya “X”ê nebûye.

Nasir Hêmetî di sala 2019an de ji ber weşandina çend gotarekê li ser Twitterê ji bo piştevanîkirin ji xwepêşandanên Cotmeha 2019an li Îranê û vexwendina xelkê ji bo beşdarîkirin li merasima 26ê Kanûna heman salê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.

Herwiha di 10ê Tebaxa 2021an de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi tohmeta “bêrêzîkirim bi Xamineyî” bi du sal girtîgehê hatibû sizadan û li dema derbaskirina vê sizayê di dosyayek din de jî, bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi yek sal girtîgehê hatibû sizadan.

Nasir Hêmetî wergêrê çend pirtûkên li warê derûndermanî û nivîskarê pirtûkekê bi navê “Bîranînên Girtîgehê” ye ku pêkhatî ji 103 bîranînên rojane ji girtîgeha Dastgird a Îsfehan û Mahparê di sala 2021an de ye, ku li derveyî Îranê ji aliyê weşanxaneya Ronakê ve hatiye çapkirin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin