Tikab; Gazîkirin û girtina Fireydûn Sultanî ji aliyê hêzên ewlehî ve

22 November 2024 23:49

Hengaw; Înê 22ê Mijdara 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Tikabê yê bi bi navê Fireydûn Sultanî, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 22ê Mijdara 2024an, Fireydûn Sultanî yê xelkê bajarê Tikabê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li bajarê Tikabê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Sultanî, hêzên ewlehî hevdem digel girtina vî welatiyê Kurd, dest danîne ser kelûpelên kesî yên wî wekî telefon û trombêla wî ya cura Piraydê.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin