Berdewamiya bêparkirina Pexşan Ezîzî ji hevdîtina rûbirû; Nîgeranî ji destêwerdana ewlehî di Dadgeha Pêdaçûnê de

05 December 2024 19:20

Hengaw; Pêncşemî 5ê Kanûna 2024an

Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya Kurd û mehkûm bi darvekirinê, di heyama 150 rojên borî de ji mafê hevdîtina rûbirû hatiye bêparkirin û parêzerên wê jî, li ser destêwerdana saziyên ewlehî li ser bêparkirina tohmeta “bexî” piştî daxwaza pêdaçûnê nîgeraniya xwe nîşan dane.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya xelka bajarê Mehabadê heyama 150 rojên borî digel bêparbûn ji hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re li girtîgeha Êvînê rû bi rû bûye. Ew hevdem digel dewra duyem a 14emîn hilbijartinên serkomariyê li Îranê, ji vê mafê destpêkî hatibû bêparkirin.

Pexşan Ezîzî, tevî qedexebûna tevaw ji hevdîtina rûbirû di çend mehên borî de, heta dawiya Cotmeha îsal jî, ji mafê pêwendîgirtina telefonî hatibû bêparkirin.

Di rojên borî de Emîr Reîsiyan, yek ji parêzerên Pexşan Ezîzî, li ser dosyeya Pexşanê ji medyayan re ragihandibû ku, tevî vê ku belgên îsbatker li ser çalakiyên mafê mirovî yên Pexşan Ezîzî li kempên taybet bi avareyên destê DAÎŞê radestî Taya Dîwana Bilind hetine kirin, lê nûçe baş û dilxweş nînin û hêviya bêtawanbûn ji tohmeta bexî û herwisa sizayê darvekirinê gelek kêm e.

Vî parêzerî çendîn belgên fermî ji du saziyên mafê mirovî yên welatê Sûriyê li ser hewlên mafên mirovî yên Pexşan Ezîzî belav kiriye û nivîsiye, tevî vê ku bêtawanî û bêparbûn pêwîstî bi îsbatkirinê nîne, lê me belgeyên îsbatker radestî Dîwana Bilind a welat kirine.

Ev du saziyane bi navên “Saziya Berfirehkirin û Şiyansazî ya Şems û Saziya Heyva Sor”, li welatê Sûriyê bi awayekî fermî hatine tomarkirin û çalakiyan dikin.

Herwisa Maziyar Tatayî, yek din ji parêzerên Pexşan Ezîzî, bi îşarekirin bi belgên ku li ser daxwaza pêdaçûnê hatine, ragihand ku ew hêvîxwaz in Taya Pêdaçûnê ya Dîwana Bilind a Welat bi bê ti leziyek û bi têbînî û hûrgiliyan ve li ser belgeyan, sizayê darvekirina wê hilweşîne.

Vî parêzerî nîgeraniya xwe derbarê bilezbûn û herwisa hûrnebûn li ser belgeyan ji aliyê Dîwana Bilind ve nîşan da.

Pexşan Ezîzî roja Çarşemî 14ê Tebaxa 2024an, bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hatibû sizadan. Ew piştre bi vebûna dosyeyek dinê di Taya Sêyem a Lêpirsîna Dozgeriyê li Êvînê di bin navê “Çêkirina Alozî li Girtgehê” rû bi rû bû û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 4ê Tebaxa 2023an, li şehreka Xerazî ya Tehranê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin. Ev rojnamevana Kurd roja 11 Kanûna 2023an ji benda 209 a girtîgeha Êvînê ya naskirî bi bendîxaneya îdareya Îtilaatê bo benda jinan a Êvînê hatibû veguhastin.

Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 meh ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dabûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin