Selam Sultanî û Emîr Feqê li girtîgeha Nexedê bi 10 sal girtîgehê hatine sizadan
Hengaw; Pêncşemî 5ê Kanûna 2024an
Du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navê Selam Sultanî û Emîr Feqê ku Bihara îsal hatibûne girtin û niha di girtîgeha navendî ya Nexedê de ne, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve her yek ji wan bi pênc sal girtîehê hatine sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, meha Tebaxa Îsal her yek ji Selam Sultanî û Emîr Feqê yê temen 40 salî û herdu xelkê gundê "Xurinc" ê ser bi Pîranşarê ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer "Emîr Qehremanî Se`atlû" bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" her yek ji wan pênc sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, kombûna pêregihîştin bi tohmetên van du welatiyên Kurd bi awayekî vîdyoyî hatiye lidarxistin. Herwiha dosyeyeke din li Dadgeha Şoreş a Mehabadê ji bo van du welatiyan ku niha di girtîgeha navendî ya Nexedê de ne, hatiye vekirin.
Selam Sultanî sibêdeha roja Duşemî 6ê Gulana 2024an û Emîr Feqê roja Çarşemî 22ê Gulanê, li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wan li gundê Xurinc hatibûne girtin û bo girtîgeheke hêzên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.
Ev du welatiyên Kurd bo heyama 20 rojan bi bê sûdwergirtin ji mafê pêwendiya telefonî bi malbatên xwe re û herwiha mafê destpêregihîştin bi parêzer li girtîgehê diman û piştre bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibûne veguhastin û ji wê demê ve heta niha di vê girtîgehê de ne û bo azadiya demkî (mirexesî) nehatine şandin.