Bokan; Sûsen Hesenzade ji mamosteyên zimanê Kurdî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin
Hengaw; Înê 6ê Kanûna 2024an
Sûsen Hesenzade, çalakvana medenî û ji mamosteya xwebexş a zimanê Kurdî û xelka Bokanê, ji bo birêvebirina sizayê sê meh girtîeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 26ê Mijara 2024an, Sûsen Hesenzade ji çalakvana medenî û mamosteya xwebexş a zimanê Kurdî, piştî gazîkirin bo Kelanteriya 11 a Bokanê bi hênceta sikaleyê hate girtin û bo Birêveberiya Sizayan a Dozgeriya Giştî û Şoreş a vî bajarî hate veguhastin. Sûsen Hesenzade piştî çend demjimêran ji binçavkirinê bo birêvebirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.
Ev mamosteya zimanê Kurdî li Cotmeha îsal ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” sê sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.
Sûsen Hesenzade, rêkefta 15ê Gulana 2024an, li meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wê bi awayekî tundûtîjî û bi bê hebûna belgên yasayî hatibû girtin. Navbirî roja Çarşemî 12ê Hezîranê û piştî nêzîk mehek ji binçavakirinê, bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî, bi awayekî demkî û heta dawîhatina qonaxên dadgehê ji benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.
Hengawê berê di raporekê de dabû zanîn ku, Sûsen Hesenzade di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hetibû bêparkirin û tenê pêwendiyek telefonî digel malbata xwe hebû.