Pîranşar; Sê welatiyên Kurd bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha Nexedê hatine veguhastin
Hengaw; Pêncşemî 13ê Mijdara 2025an
Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê bi navê Şivane Xizirnijad, Ehed Xizirnijad û Umîd Xizirnijad bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 10ê Mijdara 2025an, Şivane Xizirnijad, Ehed Xizirnijad û Umîd Xizirnijad, welatiyên xelkê gundê "Girdebin" ê ser bi bajarê Pîranşarê bi mebesta birêvebirina heyama sê sal girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin.
Ev welatiyane berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta "hevkarîkirina bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re" her yek bi sê sal girtîgehê hatibûne sizadan.
Şivane Xizirnijad, Ehed Xizirnijad û Umîd Xizirnijad, roja Çarşemî 5ê Hezîrana 2024an, piştî zêdetirî çar meh binçavkirinê, her yek bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.
Şivane Xizirnijad û Ehed Xizirnijad roja Duşemî 22ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li Pîranşarê bi awayekî tundûtîjî hatibûne girtin û piştî çar meh û 15 rojan binçavkirinê, her yek bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.
Umîd Xizirnijad jî pênc roj piştî girtina pismamên xwe Şivane Xizirnijad û Ehed Xizirnijad, bo îdareya Îtilaata Pîranşarê hatibû gazîkirin û piştî çar meh û 20 rojan bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.