Bokan; Soran Yûsifî bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin

19 November 2025 16:22

Hengaw; Çarşemî 19ê Mijdara 2025an

Soran Yûsifî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê, bi mebesta cîbicîkirina sizayê çar sal girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 18ê Mijdara 2025an, Soran Yûsifî, welatiyê Kurd ê 37 salî û xelkê gundê "Selemat" ê ser bi bajarê Bokanê, bi mebesta cîbicîkirina sizayê xwe yê çar sal ê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhastin.

Hengawê hatiye agehdarkirin ku, Soran Yûsifî berê ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Bokanê ve, bi serokatiya dadwer Fexrî, bi tohmeta “piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi çar sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ew roja Çarşemî 4ê Kanûna 2024an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî û bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin. Piştre rêkefta 8ê heman mehê bi barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin