Urmiye; Hemîd Çepatî, çalakvanê medenî yê Kurd bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehgê hate girtin

09 September 2025 14:04

Hengaw; Sêşemî 9ê Îlona 2025an

Hemîd Çepatî yê çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê bi mebesta birêvebirina sizayê 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hemîd Çepatî, çalakvanê medenî yê temen 37 salî û xelkê bajarê Urmiye piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a Dadgeha vî bajarî hate girtin û bi mebesta birêvebirina sizayê 6 meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgehê hate veguhastin.

Hemîd Çepayî sala borî ji aliyê Taya Du ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya Dadwer Şahînî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê û têkdana raya giştî" bi sê meh girtîgehê hatibû sizadan. Ev sizaye Tîrmeha îsal piştî nerazîbûna Bêhzad Sarîxanlû yê Cihgirê Dozgeriya Giştî û Şoreş a Urmiyê bi sizayê dadgeha destpêkî bi 6 meh girtîgehgê hatibû zêdekirin.

Hemîd Çepatî roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, piştî gazîkirin bo Polîsê Ewlehî li Urmiyê hatibû girtin û piştî rojek ji binçavkirinê, navbirî bi danînan barimteya 6 milyardî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêzên Polîsê Ewlehî destpêkê êrîşî ser mala malbatî ya vî welatiyê Kurd kiribûn û bi bê hebûna belgên yasayî dest avêtibûn bi vekolîna mala wî.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin