Gazîkirin, girtin û nexuyabûna çarenivîsa Hemîd Ezîzî ji mamosteyê xelkê Kamêranê

06 December 2024 12:12

Hengaw; Înê 6ê Kanûna 2024an

Hemîd Ezîzî, welatiyê Kurd û ji mamosteyê îdareya Perwerde û Hînkarî ya Kamêranê piştî vê ku bo beşa parastinê ya îdareya Perwerde û Hînkariyê ya vî bajarî hate gazîkirin, li wir hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna 4 roj, hê jî çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 3ê Kanûna 2024an, Hemîd Ezîzî, derçûyê doktoraya Zanistên Ragihandin û Medya ya zanîngeha “Elame Tebatebayî” ya Tehranê û ji mamostayên Perwerde û Hînkarî li bajarê Kamêranê, piştî bangkirin û serdankirina Parastinê ya îdareya Perwerde û Hînkarî ya vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya het veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, Hemîd Ezîzî wek mamoste li dibistanên gundê “Palingan” û “Gazerxanî” mijûlê dersdanê bûye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina wî, heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin