Bokan; Ehmed Hesenzade ji endamê malbatên dadxwaz bi girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Înê 6ê Kanûna 2024an
Ehmed Hesenzade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê û ji endamê malbatên dadxwaz yên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 3 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin û dosyeyek dinê jî li dijî wî di holê de ye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Ehmed Hesenzade yê 57 salî ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi serokatiya dadwer “Mehdî Ferecî”, bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” ji rêya amadebûn û handana kasibkar û bazariyan bi mebesta mangirtinê hevdem digel duyemîn salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî, 3 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, di meşa kombûna dadgehê de, dadgehê îzna berevanîkirinê nedaye Ehmed Hesenzade û dosyeyek din li dijî navbirî herwisa vekirî ye.
Ehmed Hesenzade di heyama du salên borî de çendîn caran ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye bangkirin yan hatiye girtin û di dawî haletê de roja 30ê Tîrmehê, hevdem digel roja jidayîkbûna kurê wî yê canjidestdayî digel keça xwe ya bi navê Solmazê hatibûne girtin .
Navbirî li rêkefta 5ê Îlona 2023an jî digel Solmaz Hesenzade carek din hatibûne girtin.
Mihemed Hesenzade, êvareya Çarşemî 16ê Mijdara 2022an, li meşa xwenîşandana girseyî ya Bokanê di halekê de ku dixwast keçeke hatî revandin di nav destê hêzên serkutkar yên hikûmetî de rizgar bike, bi gelek derbeyên kêran û herwisa gulleyekê ku ji aliyê hêzên hikûmetî ve li ser sing û dilê wê ketibû, canê xwe ji dest da.