Seqiz; Emced Emînî, bavê Jîna Emînî ji ber piştevanîkirin ji Pexşan Ezîzî bi propagendekirin li dijî hikûmetê hate tohmetbarkirin

25 January 2025 11:46

Hengaw; Şemî 25ê Çileya 2025an

Emced Emînî, bavê Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve li Tehranê hatibû kuştin û bû sedema destpêkirina tevgera Jin Jiyan Azadî, di vê dawiyê de çendîn caran ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye gazîkirin û bi “propagendekirin li dijî hikûmetê” hatiye tohmetbarkirin

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Emced Emînî yê 54 salî û bavê dadxwaz Jîna Emînî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” hatiye tohmetbarkirin. Wî daye zanîn ku, ev dosyeye ji ber storiyek min a Instagramî bûye ku min derbarê Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd a bi darvekirinê hatî sizadan belav kiriye.

Emced Emînî bi weşana postekê li ser hesaba xwe ya Istagramê nivîsiye,
“ez roja 18ê Çileyê bi tohmeta “belavkirina mijarên nerast” ji bo Taya Yekem a Lêpirsîna Dadgeha Seqizê hatime bangkirin. Lê niha ez bi “propagendekirin li dijî hikûmetê” hatime tohmetbarkirin, ku di gazîkirina ji min re hatibû şandin tê de nehatibû behskirin.”

Emced Emînî tevî îşarekirin bi nerohniyên vê dosyeyê nivîsiye, “min ji xwe re got ya ku dibe bila bibe, eger ez neçim ji lêdana batoman di asayişê de me û her wek di vê temenê 54 saliya xwe de min nesaxiya demdirêj nebûye, hêncetek ji bo mirina min tine ye. Herçiqas bi jidestdana Jînayê jiyana min û hevjîna min mirineke rojane ye."

Wî di berdewamiyê de nivîsiye, “di gotara lêpirs û deqa banghêjiyê de tenê tohmeta belavkirina nerastiyan ji min re hatiye ragihandin, eger lêpirs jî nedigot diyar bû ku sikalaker her heman îdare ye ku Salih Etayî yê mamosteyê dibistanê yê koçkirî ji dîtingeha xwe ve bi fermangeha bê tablo (ku mebest heman îdareya Îtilaatê ye), navê wê dianî.”

Hêjayî gotinê ye ku Emced Emînî, 16ê Îlona 2023an jî, hevdem digel yekemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin