Bokan; Girtina Ehmed Hesenzade ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê

04 February 2025 23:08

Hengaw; Sêşemî 4ê Şibata 2025an

Ehmed Hesenzade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê û ji endamê malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji bo birêvebirina sizayê sê meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Bokanê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja  Sêşemî 4ê Şibata 2025an, Ehmed Hesenzade yê temen 57 salî û bavê dadxwaz ê Mihemed Hesenzade, ji bo birêvebirina sizayê sê meh girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Bokanê hate veguhastin.

Ehmed Hesenzade Payîza sala borî ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve bi serokatiya dadwer “Mehdî Ferecî”, bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” ji rêya amadebûn û handana kasibkar û bazariyan bi mebesta mangirtinê hevdem digel duyemîn salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî, 3 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Hengawê berê jî dabû zanîn ku, di meşa kombûna dadgehê de, dadgehê îzna berevanîkirin ji xwe nedaye Ehmed Hesenzade û dosyeyek din li dijî navbirî herwisa vekirî ye.

Ehmed Hesenzade di heyama du salên borî de çendîn caran ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye bangkirin yan hatiye girtin û di dawî haletê de roja 30ê Tîrmehê, hevdem digel roja jidayîkbûna kurê xwe yê canjidestdayî digel keça xwe ya bi navê Solmazê hatibûne girtin.

Navbirî li rêkefta 5ê Îlona 2023an jî digel Solmaz Hesenzade carek din hatibûne girtin.

Mihemed Hesenzade, êvareya Çarşemî 16ê Mijdara 2022an, li meşa xwenîşandana girseyî ya Bokanê di halekê de ku dixwast keçeke hatî revandin di nav destê hêzên serkutkar yên hikûmetî de rizgar bike, bi gelek derbeyên kêran û herwisa gulleyekê ku ji aliyê hêzên hikûmetî ve li ser sing û dilê wê ketibû, canê  xwe  ji  dest  da.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin