Dîwandere; Cewad Sewarî, birayê Fuad Sewarî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî hate girtin

Hengaw; Yekşemî 16ê Şibata 2025an
Cewad Sewarî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Dîwandere û birayê Fuad Sewarî ji cangoriyê tevgera Jin Jiyan Azadî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 16ê Şibata 2025an, Cewad Sewarî, piştî gazîkirin û serdankirina îdareya Îtilaatê li bajarê Dîwandere hate girtin.
Ev birayê dadxwaz beriya niha bi rêya telefonê ve ji aliyê Îtilaatê ve rastî gefxwarinê hatibû ku eger serdana îdareya Îtilaatê neke dê were girtin.
Navbirî li Mijdara sala 2023an jî, di bûyereke hevşêwe de, ji aliyê Îtilaatê ve hatibû gazîkirin û ji bo birêvenebirina rêûresma salvegera birayê xwe rastî gefxwarinê hatibû.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin ber dest nîne.
Fuad Sewarî, welatiyê xelkê Dîwandere, roja Şemî 19ê Mijdara 2022an di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest dabû.