Jinkujî; Raporek li ser kuştina dilêş a Muhedîse û Hedîse Cidiyet li Miyanduavê
Hengaw; Şemî 7ê Kanûna 2024an
Li Miyanduavê zilamekî dezgirtiya xwe û xwîşka dezgirtiya xwe yên bi navên Muhedîse Cidiyet û Hedîse Cidiyet kuştiye û kesek din jî hatiye birîndarkirin. Bikuj ji ber ku Muhedîse biryara berdan û daxwaza cudabûnê jê kiribû, ew digel xwîşka wê kuştiye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 5ê Kanûna 2024an, zilamekî li şeqama Canbaz a Miyanduavê bi çendîn derbeyên kêran dezgirtiya xwe ya bi navê Muhedîse Cidiyet a temen 19 salî û xwîşka wê ya bi navê Hedîse Cidiyet a 17 salî kuştiye û piştre cihê bûyerê bi cih hêlaye. Hêjayî gotinê ye ku di vê bûyerê de kesekî din jî birîndar bûye.
Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, bikuj demjimêrek piştî revînê hatiye girtin û niha di girtîgehê de ye û sedema kuştina van herdu xwîşkan ji ber daxwaza cudabûna Muhedîse digel navbirî daye zanîn.